 |
NÛÇE |
 |
Serok Barzanî mesajeke sersaxiyê ji malbata Nezîr Mistefa re şand
Bi minsebeta wefatkirina xebatkarê kurd Nezîr Mistefa, Mesûd Barzanî serokê herêma Kurdistanê mesajeke sersaxiyê ji Partiya Demokrata Kurd li Suriyê/Al- Partî û malabata wî re şand û ev teksata wê ye:
Bi navê Xudê mezin û dilovan
Birayan, endamên komîteya nawendî ya Partiya Demokrata Kurd li Suriyê/ Al-Partî.
Silav û rêz
Bi xem û kovaneke mezin me nûçeya wefatkirina xebatkerê mezin Nezîr Mistefa bihîst. Wefatkirina vî xebatkar û siyasetvanê ku, karwanê xebatê dê wî bi rêz û hurmet ve bi rê bike, valahiyeke mezin xiste nav karwanê bizava kurdî û xebata wî ya jibona mafên siyayî û demokrasî.
Em di demekê de ku sersaxiyê li xwe dikin, sersaxî û hevxemiya xwe di rêya we re ji cemawerê partiya we û malbata Xudêjêrazî re dişînin. Ji Xudê daxaz dikin ku wî bi biheşta xwe ya berfireh şad bike û sebir û aramiyê jî bide me.
Îna lîlah we îna îleyhî raci`on
Birayê we
Mesûd Barzanî
Serokê herêma Kurdistanê
22.12.2008
(NH)
|
|
 |
LATEST NEWS |
 |
|