Hikûmeta Herêma Kurdistanê
WED, 19 JUN 2013 11:25 Erbil, GMT +3

Serokê Kurdistanê bi mesajekê cejna Qurbanê li Kurdistaniyan pîroz kir

SUN, 7 DEC 2008 22:43 | KRG.org

Serokê Kurdistanê bi mesajekê cejna Qurbanê li xelkê herêma Kurdistanê, malbatên şehîdên serbilind, pêşmergeyên qehreman, hemû partî û alîyên siyasî, hemû mislmanên Îraqê û cîhanê kir. Ev li jêr teksta wê ye;

Bi navê Xwedayê mezin û dilovan.

Bi minasebeta hatina cejna Qurbanê, ez ciwantirîn pîrozbayîyê li xelkê herêma Kurdistanê, malbatên şehîdên serbilind, pêşmergeyên qehreman, hemû partî û alîyên siyasî, hemû mislmanên Îraqê û cîhanê dikim.

Ez pîrozbayîyên taybetî jî li hacîyên herêma Kurdistanê, yên ku niha li mala Xweda û mezarê pîrozê pêxemberê me yê mezin hezretê Mihemed (silavên Xwedê lê bin), merasîmên hecê bi rê ve dibin, dikim.

Ez hêvîdar im ku, hemû rojên wan şadî û xweşî bin û cejna îsal ji hemû alîyan re bibe bingehê xêr û xweşîyê. Û aştî û bextewerî baskên xwe bi ser Îraqa federal û herêma kurdistanê de bikêşe û kurdistan jî bikeve di qonaxeke din a avakirinê û binyatdanan û xurtkirina jijana birayetî û pêkvejiyanê de ku îro ew bûne esasê jiyana serdem.


Mesûd Barzanî
Serokê herêma Kurdistanê
7.12.2008


Nûçe

Divê xizmetgozariyên saxlemiyê li gor daxwazên hevwelatiyan bin.

Nêçîrvan Barzanî got ku, divê çaksazî di warê saxlemiyê de bê kirin. barzanî got ku warê saxlemiyê li herêma Kurdistanê du awayên pirsgirêkan hene; yek ji wan pirsgirêkan acil in û pêwîstî bi çareseriyên acil hene, ya duyemîn jî pirsgirêkên domdirêjin û pêwîstî bi danan bername û pilaneke sê heta pêncsalî heye 

Serokwezîr bo wezareta daraî: Dahatiniyê zêdetir û xerciyan jî kêmtir bikin

Serokwezîr behsa sîstema îdariya herêma kurdistanî kir û got ku, sîstema îdariya herêma Kurdistanê sîstemek kevine û divê çaksazî di sîstema îdarî de bên kirin: ”Bi taybetî divê di wezareta darayî û aborî de çaksazî bên kirin û wezareta darayî û aborî dahatiniyê zêdetir bike û xerciyan jî kêmtir bike.   

Bepirsê têkeliyan digel roxistian HABITAT civiya

Li herêma Kurdistanê rewşa internetê baştir dibe

Catherine Ashton: Şerefekî mezine ji bo min ku îro li Hewlêr me

Macaristan cîyê xwe li Kurdistanê xweş dike

BBC zaniyariyên şaş li ser rewşa jinan li Kurdistanê bilav dike

Li Silêmaniyê hotêl Ramanda hat vekirin

Serokwezîr li devera Amêdiyê

Katrîn Aştûn berpirsa siyaseta derve ya YE serdana Kurdistanê dike