Hikûmeta Herêma Kurdistanê
SAT, 25 MAY 2013 11:46 Erbil, GMT +3

Srûda Netweî ya Kurdistanê

SAT, 24 MAR 2007 13:56 | KRG.org

Ey Reqîb helbestek e ku ji aliyê helbestvan Dildar di sala 1946 de hat nivîsandin.
Ev helbest di sala 1946an dema Komara Mahabadê tê saz kirin, dibe sirûda (marşa) vê dewletê û heta iro jî wek marşa kurdan ya neteweyî tê naskirîn.


Ey raqîb her mawe qewmî kurd ziman,
Nay şikên danery topî zeman.
Kes nelê kurd mirduwe; kurd zînduwe,
Zînduwe qet nanewê alakeman.

Lawî kurd hestaye ser pê wek dilêr,
Ta be xuên nexsîn deka tacî jiyan.
Kes nelê kurd mirduwe, kurd zînduwe,
Zînduwe qet nanewê alakeman.

Ême roley Midya u Keyxusrewîn,
Dînman, ayînman her Kurdistan
Kes nelê kurd mirduwe, kurd zînduwe,
Zînduwe qet nanewê alakeman.

Ême roley rengî sûr u şorişîn,
Seyrîke xuênawiya raburdûman.
Kes nelê kurd mirduwe, kurd zînduwe,
Zînduwe qet nanewê alakeman.

Lawî kurdî hazir u amadeye,
Giyan fîdane, giyan fîda, her giyanfîda.
Kes nelê Kurd mirduwe, kurd zînduwe,
Zînduwe qet nanewê alakeman.
___________________________

Dildar (1917-1948)
Nivîskarê sirûda neteweyî Dildar, li Koyê, li Başûrê Kurdistanê hatiye dunyayê. Navê wî yê rast( Yunis Raûf) e. Piştî ku xwendina xwe ya (lîsê) Amadeyî li bajarê Kerkûkê bi dimahik tine diçe Bexdayê li zankoya yasanasîyê ( fakûltêta hiqûqê) dixwîne û dibe parêzger. Ew ji Parêzerîyê( advokatiyê) zêdetir bala xwe dide ser edebiyatê û helbestnivîsandinê.

Ji ber ku helbestên wî yên welatparêziyê bûn,û jiber hesta wî ya netewayetî serê wî gelek caran ketiye belayê, ew xistine zîndanan. "EY REQÎB" diyariya wî ya herî mezin e ji gelê xwe re. Ew bi vê helbesta xwe ve îro jî di nav me de dijî.


Nûçe

Berazîlya konsulxaneya xwe li Hewlêrê vedike

Di civînekê de têkeliyên navbera herêma Kurdistanê û Berazîlyayê û vekirina konsulxaneya fexrî ya Berzalyayê li Hewlêrê hatin gotûbêj kirin. Di vê çaçroveyê de sefîrê Berazîlyayê yê Îraqê got ku, vekirina konsulxaneya fexrî ya Berazîliyayê li Hewlêrê destpêkeke bo vekirina konsulxaneya giştî 

Serok Barzanî berî salekê pêşbîniya vê rewşa Îraqê kiribû

Serok Barzanî got:  Min berî salekê behsa vê pêvajoya xerap kir ku welat têda derbas dibe û min pêşbîniya wê yekê jî kir ku kêşe berev hewayeke pir metirsî, takrewî û şikestê ve diçe.  Jêderê hemû giriftan binpêkirina destûr û piştguhxistina prensîpa şeraketê ye

Tûrîzm û şûnewar ji wezareta şaredarî û tûrîzmê tên cudakirin

Serokatiya parlamento û hikûmeta Kurdistanê civyan

Mediya, siyaset û demokrasî di konfrenseke navdewletî de

Îmad Ehmed ji bo azadkirina Ocelan îmza kir

Ava xexwarinê bo 51 gundên devera Barzan misoger dibe

Amadekarî bo serdana serokwezîrê Misirê bi Hewlêrê tê kirin

Heta sala 2025ê Kurdistanê dibe yek ji welatê tûrîstî li ser astê cîhanê.

Ehmed: Çend bajar berfirehtir bibin aqarê xizmetgozariyan jî berfirehtir dibe