Hikûmeta Herêma Kurdistanê
THU, 21 MAR 2013 14:09 Erbil, GMT +3

Nûçe




Helebce dibe wîlayet

3/18/2013 12:18:09 AM

İmad Ehmed di civînê de got ku, serokwezîrê Kurdistanê û civata wezîran bi giştî piştgiriyê li daxwaza xelkê Helebceyê ya biwîlayetkirina Helebceyê  dikin. Ji bona komkirina piştevaniya navdewletî bo dosyeya Helebceyê û naskirina wê weke jênosîda hikûmeta herêma Kurdistanê bi bîranîna 25 saliya karesata Helebceyê hjmareke kesatiyên naskirî vexwandin bo bajarê Helebceyê 


Gelê kurd jî weke gelê poloniyayî gelek êş û azar dîtine.

3/18/2013 12:07:47 AM

Felah Mistefa berprisê têkeliyên derve ji şandeya mêvan re behsa rewşa herêma Kurdistanê û siyaseta herêma Kurdistanê ya di warê pêxistin û berfirehkirina têkeliyên xwe bi welatên cîhanê re kir û got: "Em hêvîdar in ku, şandeya Wîelkopolska wêneyê rasteqîneyê herêma Kurdistanê û ew tawanên derheq gelê me hatine kirin digel peyama aşitî û lêbihurînê ya gelê Kurdistanê bigihînin welatê xwe."


Kabodiyayê jî weke Kurdıstanê gelek Qurbanî dane

3/17/2013 11:59:03 PM

Beşdarîkirina me di konfrensa naskirina jênosîda gelê kurd û merasina 25 saliya kîmiyabarankirina bajarê Helebceyê de hest û sozên me livandin. Ew malwêranî û karesatên ji encamê siyaseta rijêmên diktator bi ser gelê kurd de hatine, bi ser gelê Kambodiyayê jî de hatine, galê kabodiyayî ji encamê siyaseta rijêma diktatoriya berê ya Kambodiyayê du milyon qurbanî dane


Peyva Nêçîevan Barzanî di merasima 25 saliya Helebceyê de

3/17/2013 1:27:15 PM

Eger hîngê, dema Helebce hatiye kîmiyabarankirin, civaka navdewletî li hember wê karesatê helwest werbigirtaye, qonaxên din yên enfalan berdewam nedibûn û canê bi deh hezaran ji jin, zarok, pîr û kalên kurd ji bisaxîbinaxkirinê li biyabanên İraqê dihatin parastin. İro wezîfeyek exlaqî û însanîye li ser dewletên cîhanê ku, ji bona rêgirtin li dubarebûna komkujiyên din li Kurdistanê û cîhanê bixebitin. Herwesa komkujiyên ji aliyê rijma ber ya İraqê weke Helebce, Enfal, komkujiya kurdên feylî û barzaniyan bijênosîda nas bikin


Serdana mêvanên konfrensa 25saliya kîmiybarankirina Helebceyê bo monomenta şehîdên Helebceyê (Wêne)

3/16/2013 12:58:02 PM

Di çarçoveya konfrensa 25saliya kîmiybarankirina bajarê Helebceyê de, doh 15ê adarê, mêvanên konfrensa navdewletî ya taybet  li ser naskirina jênosîda gelê kurd serdana monomenta şehîdên Helebceyê kir û  destkên gola li ser gorên şehîdan danan


Pştî çend salan civaka navdewletî îtîraf kir yaku li Helebceyê qewimî karesatek mezin bû

3/16/2013 12:44:12 PM

Raste zulim li Helebceyê hat kirin û ew bû qurbaniya doza miletekî, lê ew bo nasnameya wê zulim û sitema li miletê me hatiye kirin. Gelê Kurdistanê Helebceyê, li cîhanê, bi nasnameya xwe dizane. Ji ber vê yekê her sal 16ê adarê dibe roja şîniya neteweya me li sertaserî Kurdistanê û li mala hemû kurdan ev minasibete bilind tê ragirtin


Peyama serokê Kurdıstanê bi minesebeta 25 saliya kîmyabarankirina Helebçe

3/15/2013 10:05:06 PM

Helebçe bo qurbanî , lê belê wê girêya bexta Kurd vekir û em hemû qerzdarê Helebçeyê ne û em çi bikîn em nikarîn li jêr barê wê qurbanîdanê derkevîn. Baştirîn wefadarî ji bo Helebçe ve ku,  bi yekgirtî kar ji bo bidestxistina mafên rewayên gelê xwe bikîn û paşarojeke aram û dûr ji karesatan ji bo welatê xwe misoger bikîn


Pêncemîn konfrensa Mezopotmiya li Silêmaniyê dest bi kar û çalakiyên xwe kir

3/15/2013 9:44:27 PM

Cîgirê serokê hikûmetê daxwaz ji amadekarên konfrensê kir ku, di çarçoveya pirojeyekî de derencamên konfrensê pêşkeşî hikûmeta Kurdistanê bikin daku di warê guhertina sîstema saxlemiyê, çareserkirina birîndarên çekê kîmiyayî û jinavbirina asewarên çekê kîmiyayî li ser bajarê Helebceyê û deverên din yên ketine ber êrîşên çekê kêmiyayê, fêde jê bê wergirtin


Hemû Iraq li qeyranê daye ne tenê pêwendiya navbera Kurdistan û hikûmeta federal

3/15/2013 6:34:06 PM

Serokê Kurdistanê daxwaz ji hikûmetên cîhan û dostên gelê Kurd kir bi hemû awayek hewl bidin wan karesatên li ser gelê Kurd da hatiye bi jenosayd binasênin û spasiya wan hewlan jî kir ku li nav û derveyê Kurdistanê ji bo bijenosaydnasandina karesata enfal û kîmyabarana bajarê Helebçeyê tê dayîn


Ofîsa serokwezîrê Kurdistanê nûçeya mediyaya tirkî red dike

3/14/2013 12:33:48 AM

Hindek kanalên medya tirkî  nûçeya girtina kesekî bi navê Metîn Barzanî li Tirkiyeyê weşandiye û di nûçeyê de hatiye gotin ku, navbirî biraziyê birêz serokê hikûmeta herêma Kurdistanê ye. Em, ofîsa serokê hikûmeta herêma Kurdistanê, ji raya giştî û mediya Tirkiyeyê re zelal dikin ku, ew nûçeye ji rastiyê dûr e û ew kesê hatiye girtin tu têkelî bi birêz serokê hikûmeta herêma Kurdistanê ve nîne. Bi tenê wekheviyek di navan de heye



previous 1 2 3 4 5 6 7 8 9 10  ... next